Asayîşa Qamişlo: Me 3 kesên ku destên wan şewtandina konê şîna Ela Emîn girtin
Welat TV - Hewlêr
Asayîşa Qamişlo îro di daxuyaniyekê de ragihand ku wan 3 kesên destên wan di şewtandina konê şîna Ela Emîn de heyî girtin.
Daxuyaniyê da zanîn ku lêpirsîn bi wan kesan re tê kirin ji bo eşkerekirina armancên wan ji vê yekê û dê encamên lêkolînan bi raya giştî re werin parvekirin.
Li gorî daxuyaniyê, dema ku komîta wan a lêkolînan dest bi karê xwe kir di doseya jiyanjidestdana Ela Emîn, wê grûpê konê şîna wî şewitand da ku tevlîheviyê çêbike.
8ê Adarê malbata Ela El-Emîn ragihand ku piştî şeş mehan ji girtinê, Asyiş bi wan re axivî û got werin termê kurê xwe ji nexwşxaneya Hesekê bibin.
Piştî wergirtina termê wî, malbata Ela konê şîna wî li Qamişlo danî û derengiya şevê kon hate şewtandin.
Li gorî vîdyoyeke ku hatiye belavkirin, dema şewtandina kon, kesek dibêje: Ciwanên Şoreşger êrîş kir û agir berdan kon û guleyên bêserûber jî berdan.