Sûriyê: Ragirtina geştên esmanî li balafixaneya Şamê ji bo selametiyê ye

Sûriyê: Ragirtina geştên esmanî li balafixaneya Şamê ji bo selametiyê ye

Welat TV - Hewlêr

Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl a Sûriyê ragihand ku ragirtina geştên esmanî li balafixaneya Şamê ya Navdewletî ji bo selametiya rêwî û tîmên balafirên sivîl e.

Serokê desteyê Umer El-Heserî li ser tora ”X” da zanîn ku rêyên esmanî yên baaşûrî hîn ne aram in lewma wan geştên esmanî ragirtine.

El-Heserî diyar kir ku geştên esmanî li Şamê dê dest pê bikin dema ku mercên selametiyê peyda bibin.

Li bakurê Sûriyê, geştên esmanî ji balafirxaneya Heleb a Navdewletî berev Turkiyê û Deryaya Spî bi rê ve diçin ji ber nebûna metirsiyê li ser geştan, li gorî desteyê.