Tom Barrack bo Serokê Barzanî: Herêma Kurdistanê hevpeymanê me ye

Tom Barrack bo Serokê Barzanî: Herêma Kurdistanê hevpeymanê me ye

Welat TV – Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî û şandiyê serokê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack bi telefonî axivîn, tê de serok Barzanî helwesta herêma Kurdistanê diyar kir û got: Her dem em xwazyarê aramî û seqamgîriyê ji bo tavaya deverê ne û gelê Kurdistanê herdem bawerî bi desmokratî, pêkvejiyan û giftûgoyê heye.

Serok Barzanî diyar kir, Em herdem bi çareseriyê re ne û nebûne û nabin beşek ji pirsgirêk û aloziyan, her weha amaje bi êrîşên nerewa yên ji aliyê hin hêzan ve tên ser Herêma Kurdistanê kir û herdu aliyan tekez kir ku pêwîst e Herêma Kurdistanê û Iraqê ji şer dûr bimînin.

Di peywendiyan telefonî de, Tom Barrack rêz û silavên serokê Emerîka Donlad Trump, gihandin serok Barzanî, û spasiya rola Serok Barzanî kir ku herdem bi serkirdayetiyeke hişmendane, rêveberiya siyaset û parastina asayîşa deverê dike.

*"Kurdistan hevpeyman e"

Barrack da zanîn, Emerîka herdem Herêma Kurdistanê weke hevpeyman dibîne, û ew ê li ser hemahengî li gel Herêma Kurdistanê berdewam dibin.

Barrack tekez kir ku, serokê Emerîka Donald Trump, tekezî li ser wê yekê kiriye ku, ji Emerîka re, Iraq û Herêma Kurdistanê, pêgeheke girîng li deverê ne, û ew ê li ser dîtina çareseriyan di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê hevkar bin ku herdu alî zarî bin.

Di dawiyê de jî, Serok Barzanî spasiya serokê Emerîka Donad Trump kir her weha spasî û pêzanîna xwe bo rola Tom Barrack a karîger derbirand.