El-Hîlalî: Deregehê hikûmetê li pêş hemû kadirên Kurd vekirî ne, ne tenê HSDê
Welat TV - Hewlêr
Berdevkê Tîma Serokatiya Sûriyê Ehmed El-Hîlalî da zanîn ku dergehên hikûmetê li pêş Kurdan vekirî ne û piştî temamkirina bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê êdî tiştek bi navê ”Rêveberiya Xweser” an Asayîş namîne.
El-Hîlalî ev yek ji Rêveberiya Ragihandina Hesekê re ragihand û diyar kir ku deregehê hikûmetê li pêş hemû kadirên Kurd vekirî ne, ne tenê HSDê.
Ehmed El-Hîlalî got jî ku mijara guhertina navê Komara Erebî ya Sûrî bo Komara Sûrî ji karê Encûmena Gel e, ku bilokeke Kurdî ya mezin tê de heye û dikare daxwaza wî tiştî bike.
El-Hîlalî diyar kir ku kar berdewam e ji bo vekirina dezgehên fermî li parêzgeha Hesekê di nav de dadgeh û dezgehên karûbarên sivîl.
Ehmed El-Hîlalî ji Kurdan xwest bigihin wê baweriyê ku Sûriyê dewleta wan û ya hemû Sûriyan e weke serdema beriya rêjîma hilweşiyayî ku hejmarek Kurd bûn serokê Sûriyê.