Asayîşa Herêma Kurdistanê: Her kesekî hûrgiliyên êrîşan belav bike rastî lêpirsînê tê

Asayîşa Herêma Kurdistanê: Her kesekî hûrgiliyên êrîşan belav bike rastî lêpirsînê tê

Welat TV - Hewlêr

Enûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê hişyarî da û daxwaz ji hemû dezgehên ragihandinê, aliyên peywendîdar û welatiyan kir ku, ji ber rewşa hestiyar a Herêma Kurdistanê û Iraqê, nabe bi tu awayekî zanyariyên ku ziyanê dighînin asayîş û seqamgêriya Herêmê belav bikin.

Enûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ev yek di daxuyaniyekê de belav kir û da zanîn ku divê aliyên peywendîdar, dezgehên ragihandinê û welatî xwe ji her riftarekê yan jî belavkirina nehênî û zaniyariyên ku ziyanê dighînin ewlekarî û seqamgêriya Herêmê biparêzin.

Encûmenê got jî: Ferman bi Dijetîrora Kurdistanê hatiye dan ku lêkolînê bi her dezgeheke ragihandinê re ku zaniyariyên ziyanê dighînin ewlehiya Herêmê belav dikin re bike.
  
Encûmena Asayîşê diyar kir jî ku her berpirsek di daxuyaniyên xwe de zanyariyên hestiyar belav bike û ew zaniyarî bikevin di xizmeta dijmin de û ziyanê li ewlekariya Herêmê bikin dê li gorî yasayê lêkolîn li gel wî werin encamdan.