Berevaniya Turkiyê: Mûşekeke Îranî li Turkiyê hat xistin
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Berevaniyê ya Turkiyê ragihand ku hevpeymaniya nato mûşekeke Îranî li Turkiyê xistiye xwarê.
Wezaretê da zanîn ku sîstema berevaniya esmanî Nato mûşekeke balistîk a Îranî li Rojhilatê Deryaya Spî li Turkiyê xistiye xwarê.
Berevaniya Turkiyê tu hûrgiliyên din derbarê cihê ketina mûşekê ya ziyanan belav nekirin.
Wezaretê diyar kir ku ew bi rêkarên pêwîst radibin li dijî her gefekê li ser Turkiyê û bi Îranê re jî di peywendiyê de ne ji bo zelalkirina bûyerê.
Ev sêyem mûşeka Îranî ye li Turkiyê tê xistin, ku beriya niha mûşekek li Xazî Entab û yek li Hatayî hatibûn xistin.
Etkisiz hâle getirilen balistik mühimmat ile ilgili açıklama.
— T.C. Millî Savunma Bakanlığı (@tcsavunma) March 13, 2026
Statement on the neutralized ballistic munition.#MillîSavunmaBakanlığı pic.twitter.com/j6WdF7xqxq