Rêveberiya tendirustiya Hesekê nexweşxaneya niştîmanî li Serê Kaniyê wergirt

Rêveberiya tendirustiya Hesekê nexweşxaneya niştîmanî li Serê Kaniyê wergirt

Welat TV - Hewlêr

Rêveberiya tendirustiya parêzgeha Hesekê nexweşxaneya niştîmanî li bajarê Serê Kaniyê ji Heyva Sor a Turkiyê wergirt.

Rêveberiya Ragihandinê ya Hesekê da zanîn ku şandeke rêveberiya tendirustiya Hesekê bi serokatiya rêvberê tendirustiya parêzgehê Dr. Xalid El-Xalid gihişt nexweşxaneya niştîmanî li Serê Kaniyê.

Li gorî rêveberiyê ev serdan ji bo wergirtina nexweşxaneyê ji Heyva Sor a Turkiyê bû û şopandina rewşa wê.

Rêveberiyê diyar kir ku şanda tendirustiya Hesekê gerek di beşên nexweşxaneyê de encam daye ji bo nirxandina amadebûna karmend û alavên pizîşkî her weha rawestiyanê li ser pêwîstiyên wê.