Hunermend Aslan Şêr klîpekê belav dike
Welat TV - Hewlêr
Hunermend Aslan Şêr berhema xwe ya nû bi şêweyî klîp belav kir.
Hunermend Aslan Şêr klîpa xwe ya nû bi navnîşana "Bi hev re" derxist, tê de behsa Newroz, Efrîn, karê hevbeş û pîrozkirina Newrozê dike.
Gotin ên Xalid Mistikalo ne, her weha Awaz a Aslan Şêr bi xwe ye û derhêneriya Yilmaz Kirad e.
Dîmenên klîpê li bajarê Efrînê û çiyayên wê hatine kişandin û bi ala Kurdistanê klîp hatiye xemilandin.