Kobanî.. Koçberkiriyên Girê Spî banga vegereke ewleh û birûmet dikin

Kobanî.. Koçberkiriyên Girê Spî banga vegereke ewleh û birûmet dikin

Welat TV - Hewlêr

Koçberkiriyên bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku li herêma Kobaniyê dimînin banga vegereke ewleh û birûmet dikin.

Koçberkiriyên Girê Spî yên ku ji ber şerûpevçûnên vê dawiyê di navbera HSD û hikûmetê de ji Eyn Îsa û Reqayê koçberî Kobaniyê bûbûn, îro di daxuyaniyekê de daxwaza vegera ewleh û bi rûmet bo warê xwe kir.

Daxuyaniyê diyar kir ku mafê vegerê dikeve di çarçoveya rêkeftina 29ê Çileyê ya di navbera HSD û hikûmeta veguhêz de.

Koçberkiriyên Girê Spî da zanîn ku merc û pêdviyên bingehîn ên jiyana wan di dibistanên Kobaniyê de nayên peydakirin, lewma ew bangê li hemû aliyên peywendîdar bi taybetî hikûmeta Sûriyê, dikin ku ji bo vegereke ewleh.

Ji 2019an ve, koçberkiriyên Girê Spî dûr jimwarê xwe di mercên zehmet de li bajarên cuda yên herêma Cizîrê û bajarên Eyn Îsa û Reqayê dijîn, ku ji ber şerûpevçûnên vê dawiyê di navbera HSD û hikûmetê de ji Eyn Îsa û Reqayê koçberî Kobaniyê bûbûn.