Barrack: Sûriyê dikare bibe şûngirê tengava Huzrmuz û deryaya Sor
Welat TV - Hewlêr
Şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack ragihand ku Sûriyê dikare bibe şûngirê tengava Huzrmuz û deryaya Sor ji bo veguhestina petrol û xazê.
Tom Barrack îro 26ê Adara 2026an, da zanîn ku divê şûngir ji tengava Huzrmuz û deryaya Sor re werin dîtin û Sûriyê dikare rolekê di vê derbarê de bilîz bi rêya boriyên veguhestinê.
Derbarê tevgera li tengava Hurmuzê, berdevkê hêzên çekdar ên Îranê gotibû, tengav tu carî weke berê venagere.
*Bandora abûrî
Ji destpêka şerê Emerîka, Israîl û Îranê ve, di 28ê meha bûrî de, ziyaneke mezin gihiştiye tevgera keştiyan li Tengava Hurmuzê, vê yekê jî bandoreke nerînê li abûriya cîhanê kiriye bi taybetî karta enerjiyê.