8 kes bûne qurbaniyên bûyereke çûnûhatinê li Idlibê
Welat TV - Hewlêr
8 kes bûne qurbaniyên bûyereke çûnûhatinê li gundewarê parêzgeha Idlibê.
Îro di encama bûyereke çûnûhatinê di navbera barhilgireke mezin û yeke din a biçûk de, li ser rêya di navbera Idlib û gundewarê Rojavayê wê de, kesekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes birîndar bûn.
Ji bilî ziyanên canî, wê bûyerê ziyanên madî gihandin dukanên li kêlek rê.
Berevaniya Sivîl a Sûrî da zanîn ku duh tîmên wê bersiva 9 bûyerên çûnûhatinê daye, ku tê de 8 kes birîndar bûbûn.
Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji ber rewşa rêyan a xerab û pabendnebûnê bi rênmayên çûnûhatinê, bi sedan kes bûne qurbaniyên bûyerên çûnûhatinê.