Dêrik û Dirbêsiyê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin

Dêrik û Dirbêsiyê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin

Welat TV - Hewlêr

Li bajarên Dêrik û Dirbêsiyê yên Rojavayê Kurdistanê, êrîşên li ser Herêma Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Îro 31ê Adara 2026an, xwepêşandan, li bajarên Dêrik û Dirbêsiyê ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê bi rê ve çûn.

Xwepêşanderan ala Kurdistanê bilind kir û êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bi siloganên piştevaniyê şermezar kirin.

Di xwepêşandanê de, partiyên siyasî, çalakvan û kesatiyên bajêr amade bûn û pabendbûna xwe bi piştevaniya Herêma Kurdistanê di her rewşekê de tekez kir.