Girê Spî.. Ciwanekî bi guleyên Cendirmeyên Turkiyê canê xwe ji dest da

Girê Spî.. Ciwanekî bi guleyên Cendirmeyên Turkiyê canê xwe ji dest da

Welat TV - Hewlêr

Ciwanek bi guleyên Cendirmeyên Turkiyê li ser sînor, li Girê Spî hate kuştin.

Li gorî jêderên xwecihî ji Reqayê, dema ku Ciwanê bi navê Emar El-Ehmed ku xelkê gundê Keramê yê Reqayê ye hewl dida di Girê Spî re Sînorê Turkiyê derbas bike, Cendirmeyan guleyên rasterast avêt û di encamê de canê xwe ji dest da.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ji destpêka vê salê ve hejmarek bûyerên weha çêbûne û di encama wan de kuştî û birîndar hebûn.