Kesûkarên girtiyan li Qamişlo: Zarokên me berdin
Welat TV - Hewlêr
Kesûkarên girtiyan li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê careke din xwepêşandan ji bo eşekerekirina çarenivîsa wan li dar xist.
Îro kesûkarên girtiyên HSDê li cem hikûmeta Sûriyê bo qonaxa veguhêz xwepêşandanek li dar xist û banga eşkerekirina çarenivîsa girtî û wendabûyên xwe kirin.
Xwepêşanderan bang li aliyên peywendîdar kir ku bi berpirsayetiya xwe rabin û proseya berdana dîlan zû bi rê ve biçe.
Yek ji kesûkarên girtiyekî bi nave Nuhat Reşîd ji Welat TV re dibêje ku ev 3 meh in ew tiştekî li ser wî nizanin û tu kes bersivekê li ser çarenivîsa wî nade wan.
Se´diya Emîn dayîka girtiyekî jî dibêje ku kurê wê 17ê Çileyê li deveran Dêr Hafirê hatiye girtin û çarenivîsa wî ne diyar e, ew dayîk dibêje jî ku ew bi tenê zarokê xwe dixwazin.
Welatiyekî din jî bi navê Mecid Şemdîn dibêje ku ji ber çarenivîsa girtiyan a ne diyar cejnên wan ne cejin bûn.
Di şerûpevçûnên di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de, zêdetirî 1000 endamên HSD hatin girtin û çarenivîsa bi sedên din jî ne diyar e, piştî rêkeftina 29ê Çileyê hin girtî ji herdu aliyan hatin berdan li hîn çarenivîsa gelekan ne diyar e.
Ev demeke, kesûkarên girtiyan li Herêma Cizîrê û ya Kobaniyê xwepêşandanan li dar dixin û banga diyarkirina çarenivîsa wan dikin.