Bi beşdarbûneke berfireh.. Tirbespiyê piştevaniyê dide Herêma Kurdistanê
Welat TV - Hewlêr
Xwepêşandanek ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê li bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê bi rê ve çû.
Bi beşdarbûneke berfireh, îro 4ê Nîsana 2026an, êrîşên li ser Herêma Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Di xwepêşandanê de, hejmarek mezin ji şêniyên bajêr, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdar bûn û ala Kurdistanê hat bilindkirin.
Xwepêşandan ji aliyê xwecihiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Tirbespiyê hatibû rêkxistinkirin tê de, silogan û dirûşmên piştevan ji Herêma Kurdistanê re û yên li dijî armanckirina bajar û bajarokên Kurdistanê hatin şermezarkirin.
*Şermezarkirina êrîşan
Ji dema êrîş li ser Herêma Kurdistanê dest pê kirine, li seranserî Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanên piştevan ji Herêma Kurdistanê re bi rê ve diçin.