Karwanê duyemîn ê koçberkiriyan gihişt Efrînê
Welat TV - Hewlêr
Duh bi şevê 4ê Nîsana 2026an, karwanê duyemîn ê Koçberkiriyên Efrînê, di çarçoveya rêkeftina 29 Çileyê ya HSDê û Hikûmeta Sûriyê de, ji Qamişlo gihişt Efrînê.
Karwan ji 200 malbatî pêk tê, 80 otombîlên taybet û 48 otombîlên barkirî bi kelûpelan û 14 pas in. Malbat ji şêniyên navçeya Raco û bajarê Efrînê ne.
Hevrêzkarê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Sûriyê Pêşewa Behlewî ji Welat TV re da zanîn ku hemû amadekarî ji bo pêşwaziya malbatên Efrînê hatiye kirin û alîkarî ji war re dê werin pêşkêşkirin.
Di 10ê meha Adarê bûrî de, yekemîn karwanê koçberkiriyên Efrînê gihişt Efrînê. Wî karwanî 400 malbat li xwe digirtin, ji şêniyên navçeyên Şiyê, Cindirêsê û Mabeta bûn.
Di salên bûrî de û ji dema hilweşîna rêjîma Esed ve jî piraniya koçberkiriyên Efrînê vegeriyane cih û warê xwe.