Serokatiya Sûriyê: El-Şeri´ û Zelenskyy bihêzkirina peywendiyên dualî û hevkariya abûrî gotûbêj kir

Serokatiya Sûriyê: El-Şeri´ û Zelenskyy bihêzkirina peywendiyên dualî û hevkariya abûrî gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri´ li gel Serokê Ukraine Volodymyr Zelenskyy û Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan li koşka Gel li Şamê civiya.  

Serokatiya Sûriyê da zanîn ku di civîna El-Şeri´ û Zelenskyy de ku Fîdan jî tê de beşdar bû, rêyên bihêzkirina peywendiyên dualî û hevkariya abûrî hatin gotûbêjkirin. 

Serokatiya Sûriyê got jî ku tekezî li ser girîngiya misogerkirina ewlehiya hêlên dabînkirina xwarinê hate kirin.

Ji aliyê xwe ve, Zelenskyy da zanîn ku wî û El-Şeri´ li ser karê hevbeş li hev kiriye ji bo dabînkirina ewlehî û geşepêdanê ji civakên xwe re.

Volodymyr Zelenskyy her weha diyar kir ku girîngîpêdaneke zêde bi bihevguhrtina ezmûnên serbazî û elwehî di navbera Ukraine û Sûriyê de heye.

Dema gihîştina Fîdan bo Sûriyê, Ajansa Anadolu got ku nirxandina pêşketina di doseya tevlîkirinê de li bakurê rojhilatê Sûriyê di çarçoveya rêkeftinên 17 û 29ê Çileyê de ji mijarên civînê ye.