El-Şeri´ û Marcron peywendiyên dualî û pêşhatên herêmî gotûbêj kirin

El-Şeri´ û Marcron peywendiyên dualî û pêşhatên herêmî gotûbêj kirin

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz û serokê Fransa peywendiyên dualî û pêşhatên herêmî gotûbêj kirin.

Serokatiya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku îro Ehmed El-Şeri´ peywendiyeke telefonî ji Emmanuel Macron wergirt, tê de peywendiyên dualî di navbera herdu welatan de û pêşhatên herêmî gotûbêj kirin.

Daxuyaniyê da zanîn herdu aliyan pêşhatên leşkerî li deverê û bandora wan li ser ewlehî û aramiyê gengeşe kir.

Li gorî serokatiya Sûriyê, tekezî li ser girîngiya hevkarî û hemahingiya ewlehî û leşkerî di navbera Sûriyê û Fransa de kir.