Ebdulrehîm Semawî: PKKê bi dawî bû û Kurdistana mezin di rê de ye

Welat TV – Hewlêr

Berpirsê Navenda Temel a Lêkolînan Ebdulrehîm Semawî di hevpeyvîneke taybet de, da zanîn ku PKKê bi dawî bû û Kurdistana mezin di rê de ye, Kurd li her çer perçeyên Kurdistanê û derveyî welêt, Serok Barzanî weke lêveger û rêber ji xwe re dibînin.

Berpirsê Navenda Temel a Lêkolînan Ebdulrehîm Semawî mêvanê programa Rojeva Welat TV bû, tê de behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê her weha Bakurê Kurdistanê û Turkiyê û pêşhatên dawiyê li deverê û pêşerojê wê kir.

Naveroka hevdîtinê li gorî pirs û bersivan weha ye:

*Em bi xêr hatine te dikin, em dikarin sedema hatina te bo Hewlêrê nas bikin?

**Ez spasiya we dikin, Hewlêr mala min e, piştî 12 salan careke din ez hatim, ez hatime welatê xwe Hewlêrê weke keçek ciwan dibînin her ciwan dimîne.

*Em ê derbasî mijarên xwe bibin, piştî guhertinên çêbûne hûn rewşê li Rojavayê Kurdistanê çawa dibînî?

**Rewşa Rojavayê Kurdistanê, bi guhertinên Rojhilata Navîn ve girêdayî ye, Hikûmeta Şamê û Turkiyê li ser mafên Kurdan li hev kiriye, û eger neheqiyê li Kurdan bikin dê bê şans bimînin, lê gelek kes hebûn behsa otonomiyê dikirin, min her dem min digot, ew yek nabe ji ber ku serokê PKKê red kiriye û li ser hêleke din kar dikir.

*Ev maf çi ne?

Modeleke nû derdikeve, weke şarederî û dibistanên Kurdî, xwendin û fêrbûn bi zimanê Kurdî bin her weha di destûrê de Kurd cihê xwe digirin, bi navê Kurdî û kurdewarî û xaka wan dê were diyarkirin, ez cara yekemîn diyar dikin ku Kurdistan li Turkiyê di destûrê de tê naskirin, her weha Kurd li Rojavayê Kurdistanê êdê hevkarên hikûmetê bin û mafên wan tê parastin.

*Ev yek di berjewendiya Kurdan e?

**Belê

*Lê tişta li ser erdê çêdibe, berûvajî axaftinên te ne?

**Berê jî min digot, û kesî bawer nedikri, niha jî ez ê bibêjim, Serokê Turkiyê sala bûrî ev yek got ku rêkeftineke mezin di navbera Turk, Ereb û Kurdan de heye lê bi mercê mafên Kurdan jî parastî bin, Turkiyê neçar e Kurdistana serbixwe li Başûrê Kurdistanê nas bike û dan pê bike, di dema bê Başûrê Kurdistanê dibe dewlet, û tişrên din hêdî hêdî pêk tên.

*Çima tu Rojava û Bakurê Kurdistanê bi hev girêdidî?

Belê, li her du welatan Kurd digihin mafên xwe, Turkiyê ne di merceke baş de ye, îro 100 sal in, mejiyeke qirêj li Turkiyê heye, ne rihet e ku ew mejî bi hêsanî ji nav biçin, lê di 3 heta 4 salan de rêkeftin bi temamî bi cî dibe û her tiştek zelal dibe.

*Tu hîn geşbîn î?

Berî 2 salan min got rêkeftin 5 salan berdewam dike, û li ser 5 beşan e, 1+2 çekdanîn û xwehilweşandina PKKê ye, piştî ew prose bi dawî bibe, beşê 3 dest pê dike.

*Çekdanîna PKKê hîn bi dawî nebûye?

**Îsal bi dawî dibe, bi xwe dereng ketiye û êdî astengî jî nemane.

*Hejmara PKKê yên mane çend e?

*Ez gelek naxwazim behsa hejmar û arman bikim, ji ber ku serêşiyê ji min re çêdikin, lê weke ez dizanim 12 hezar endamên PKKê mane, li gorî yasya Turkiyê dê vegerin Turkiyê.

*Nema destwedanê di karûbarên Rojava de dikin?

**Na nema dikin û biryara Rojavayê Kurdistanê ji Rojavayê Kurdistanê ye.

*Hîn endamên PKK ji Rojavayê Kurdistanê neçûne?

**Na hîn derneketine lê ew jî derdikevin, hejmara wan jî kêm e.

*Rêkeftina 29ê Çileya çawa bi rê ve diçe û sedemên derketina şer çi bûn?

**Ez naxwazim behsa sedemên şer bikim û rexneyan bikim, lê min digot, divê HSD bi Şamê re rûne, danûstandinên wan beriya şer kêm bûn, piştî danûstandin, dest pê kirin gihiştin rêkeftinê û şer bi dawî bû.

*Rola PKKê di rêkeftinê de nerênî bû?

**PKKê dixwest şer berdewam bike lê nerîna Îmraliyê erênî bû, di roja îro de PKKê nema, êdî bi dawî bû, PKKê niha bi fermana Serokê PKKê radibe û rûdine û di her mijarekê de çareserî hatine dîtin.

*Endamên PKKê yên li Rojavayê Kurdistanê dikarin biryara şer bistînin?

**Na, biryar bi tevayî di destê serokê Ocelan de ye, û aloziyên derdikevin ji aliyên kesên naxwazin rêkeftin biçe serî ve derdikevin.

*Te her dem digot, Ocelan tê serbestberdan lê nehat serbestberdan?

**Wî bi xwe nexwest derkeve, lê di demeke nêzîk de derdikeve û bi serbestî û azadî kar û tevgerê dike, cihî wî û serkide û fermandarê PKKê amade ne û di du mehên bê de hemû li cihên xwe bi cî dibin.

*Tu beriya niha ji me re gotibû 28 milyar dolarên PKKê hene kanî ne ew pere?

**Bi rastî ez nizanim ew pere li ku der ne.

*Rêveberiya Xweser û HSD mane?

**Tişta ku Hikûmeta Sûriyê dibêje rastir e, ji ber ku gotina Şamê û Ocelan yek e, rêveberiya xweser û HSD jî neman lê YPG û YPJ dimînin û ta demeke berdewam dikin, û di rojên pêş de her tiştek diyar û zelal dibe.

*Em behsa postan bikin, wezîrên Kurd di hikûmeta Sûriyê de dê hebin?

**Belê 3 wezîrên Kurd dê di hikûmeta Şamê de hebin, û Mezlûm Ebdî dibe cîgirê serokê Sûriyê û Îlham Ehmed di wezareta derve de cih digire, di demeke nêzîk de jî dergehê Nisêbîn û Qamişlo vedibe.

*Tu pêşerojeke baş dibînî?

**Belê, ez geşbîn im lê hin istîxbaratên welatan dixwazin rêkeftinê têk bidin, Emerîka li berjewendiya xwe digire, lê Turkiyê xwe bi Emerîka Israîl û Ewropayê girê nade. Hejmara Turkan kêm dibe û ya Kurdan zêde bibe, Turkiyê dixwaze cihê wê di cîhanê de bimîne, lewma neçar e li gel Kurdan rêkeftinê bike, ez xweş nakim na, lê rastî ew e ku Turkiyê neçarî Kurdan e. Sepet di destê Kurdan de ye û hêkên Turkiyê di sepeta Kurdan de ne. Kurdistan di rê de ye û her kurdek di cihê xwe bigire.

*Şerekî din dernakeve?

**Na, şerekî din dernakeve, lê nerîna partiyên me li ser Kurd û Kurdistanê ne yek e, lewma rêkeftina Kurd û Kurdistanî divê li ser nerînekê be, û ez bang li her kurd û aliyekî dikim ku li dor serok Barzanî bin, ji ber ku bûye lêveger û rêberê û baweriya hemûyan bi serok Barzanî heye.

Min beriya çend salan lêkolînek li Bakurê Kurdistanê çêkir û pirsek kir ku kî weke serok dibînin, 58% serok Barzanî weke serokê Kurdan dît, 21% Ocelan dît û tekez dikim ku eger serok Barzanî hinekî li Bakurê biaxive dê rêje bigihe 80% jî.

*Pirsa dawiyê li ser Herêma Kurdisranê ye, rojane rastî êrîşan tê, rewş çawa dibe?

Êrîşên hovane ne, lê min tişetî seyr dît, li Hewêr û li Duhokê jî, li jor dengê teqînan e û li ser erdê jiyan bi normal bi rê ve diçe û tu kes ji wan dengan natirse.