Heleb.. 5 sivîl di êrîşeke rêjîmê de birîndar bûn
Welat TV - Hewlêr
5 sivîl di encama armanckirina rêjîma Sûrî ji otombîlelkê re li Rojavayê Helebê birîndar bûn.
Dezgeha Berevaniya Sivîl a Sûrî ragihand, sibeha îro rêjîmê otombîleke sivîl bi droneke bombekirî li bajarê Dara Eza armanc kir, di encamê de, 5 sivîl di nav wan de du zarok û jinekê hene birîndar bûn.
Serbar kir, du otombîlên sivîl û bazarekê li Dara Eza bi dronên bombekirî armanc kirin bê ku ziyan werin tomarkirin.
Roja Înê jî, rêjîmê otombîleke sivîl bi mûşekekê li gundê Kifrintîn nêzîk Dara Eza armanc kir, di encamê de, 7 sivîl din nav wan de zarokek û jinekê hene ku piraniya wan ji yek malbatê ne birîndar bûn.
Bervaniya Sivîl banga danîna sînorekî ji van êrîşan re, parastina sivîlan li gorî peymanên taybet, bicîkirina biryara 2254 û sizakirina tawanbaran kir