Spas Rojava

Spas Rojava

Zikrî Mûsa 

Ji destpêka şerê di navbera Emerîka û Îsraîlê li aliyekî û Îranê li aliyê din de, Herêma Kurdistanê bûye armanca êrîşên neheq ên milîşên di nav Îraqê de. Ev êrîş neheq û bê sedem in û nîşana şerxwaziyeke eşkere û ragihandina dijminatiyek neteweyî û tayfî ne.

Di destpêkê de êrîş bi behaneya hebûna hêzên Emerîkî li Herêma Kurdistanê û li ser berjewendiyên Emerîka bûn, lê niha hemû jêrxane, gund, mal, kolan û gelê Herêma Kurdistanê armac dikin. Ev hewldaneke gelek eşkere ye ji aliyê milîşan ve ku gelê Kurdistanê têkeve şerekî ku tu peywendî bi Kurdistanê û heta bi Îraqê re jî nîn e.

*Hestên Hevsoziyê 

Di nav bêdengî û bêhelwestiya hikûmeta Îraqê de li hember van zordariyên neheq, xweparastina Herêma Kurdistanê û hewldana ku Kurdistan nebe beşek ji van aloziyan û tengezariyan, hêjayî şanazî û pêzanînê ye. Aştî û aramiya Kurdistanê bi her nirxî be divê were parastin, ev stratejî û siyaseta rast e. Hevdemê êrîş û gefên rojane yên li dijî Herêma Kurdistanê, dîmeneke ronahî jî heye. Li beşekî din ê Kurdistanê, coş û heyecaneke mezin û rasteqîne ya Kurdan ji bo piştgirîkirina Herêma Kurdistanê heye. Li kolan, gund û nav malên Kurdan li Qamişlo, Efrîn, Dêrik, Amûdê, Kobanê, Hesekê û hemû bajar û gundên Rojavayê Kurdistanê, di dilê jin û mêr, pîr û ciwan û zarokan de hestekî rastîn ê hevsoziyê heye ji bo piştgirîkirina Herêma Kurdistanê. Ew li wir bi awayekî berçav û rojane diçin ser şeqaman û dengê piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî bilind dikin. Çend meh berê, xwişk û birayên wan li Herêma Kurdistanê û Ewropayê ji bo piştgirîkirina Rojava hatin ser kolanan, û niha jî ew ji bo piştgirîkirina xwişk û birayên xwe li Herêma Kurdistanê derdikevin ser kolanan û dengê hevaltiya xwe bilind dikin. Ev nîşana zindîbûna ruhê kurdayetiyê û yekdengiya neteweyî ye. Hemû hêz û şertên şerxwaz ên li herêmê nekarîne Kurd ji armanc û xeyalên xwe dûr bikin. Sînorên siyasî yên ku bi zorê hatine danîn, piştî sed salan jî nekarîne hestên neteweyekî ku aştî, pêkvejiyan û dadperweriyê dixwaze, pûç bikin.

*Yekdengî û yekgirtin hêza sereke ya gelê Kurd e

Pêwîst e em yek û yek spasdarê Kurdên Rojava bin; ji bo cesaret û helwesta wan ku tevî rewşa zehmet û dijwar jî her tim dilê wan bi Herêma Kurdistanê re ye. Ev yekdengî û yekgirtin hêza sereke ya gelê Kurd e li hemû beşan, û bêguman dê bandor li ser pêşveçûna bûyeran û berdewamiya doza gelê Kurdistanê bike. Pêşeroj tije ye ji bûyerên mezin, giring û ronahî; ji ber vê yekê pêwîst e ku ev ruhê hevbeşê gelê Kurdistanê were parastin û bêtir bihêz bibe.

Bijî dengê dilêrî yê Rojava û bijî yekgirtina gelê Kurdistanê.