Kirîza sotemeniyê li Kobaniyê dijwar bûye
Welat TV - Hewlêr
Kirîza sotemeniyê li herêma Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê dijwar bûye û welatî demjimêrên dirêj di sireyê de radiwestin ji bo bidestxitins mazotê.
Çalakvanên bajêr hejmarek vîdyo li ser torên civakî îro belav kirin ku tê de diyar e li pêş westgehên sotemeniyê li Kobaniyê gelek otombîl rawestiyane.
Di vîdyoyekê de ku gihiştiye Welat TV diyar e ku zêdetirî 100 otombîlî di sireyê de rawestiyane.
Ne tenê li Kobaniyê, li herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê jî ev ev demeke kirîza sotemeniyê dijwar bûye û welatî gazinan dikin.