Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê civiyan
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê General Kevin Lambert civiyan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê, Di civînê de pêşhatên dawî yên ewlehiya li deverê gotûbêj kirin, herdu aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya hemahengî û hevkariya di navbera Pêşmerge, artêş û hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Hêzên Hevpeymanan de kir, bi taybetî di vê qonaxa hestiyar a deverê de ji bo parastina aramî û rûbirûbûna kêşeyan.
Di civînê de, Metirsiyên terorê, rûbirûbûna gefên DAIŞê, bandor û encamên şer li ser Iraq û herêmê, çend mijarên din ên girîng û hevbeş hatin gotûbêjkirin.