Şaredariya bajarê Kobaniyê dest bi kar kir
Welat TV - Hewlêr
Encûmena şaredariya bajrê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê dest bi kar kir.
Îro seroka şaredariya Kobaniyê Almas Romî di kongireke rojnamevanî de got ku piştî civîna bi parêzgarê Helebê re û destnîşankirina endamên şaredariya bajêr wan dest bi kar kiriye.
Almas Romî diyar kir ku destnîşankirina edamên encûmena şaredariya Kobaniyê dikeve di çarçoveya bicîkirina xalên rêkeftina 29ê Çilyê de.
Duh di civîneke rêveberiya Devera Kobaniyê de li avahiya parêzgeha Helebê, parêzer Mihemed Mihemed weke berpirsê bajêr hate destnîşankirin her weha endamên şaredariya Kobaniyê jî hatin destnîşankirin, ew jî ev in:
* Almas Romî - Seroka Şaredariyê
* Osman Mistefa - Cêgirê Seroka Şaredariyê
* Yara Ebdî - Endama Nivîsgeha Bicîkar
* Mehmûd Remê - Endamê Nivîsgeha Bicîkar
* Ehmed Şêxo - Endamê Nivîsgeha Bicîkar
* Mislim Ebdulxenî - Endamê Desteya Bicîkar
* Narîn Bozo - Endama Desteya Bicîkar