El-Şeybanî îro serdana Turkiyê dike

El-Şeybanî îro serdana Turkiyê dike

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed El-Şeybanî îro serdana Turkiyê dike.

Wezareta Derve ya Turkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Es´ed El-Şeybanî îro serdana Turkiyê dike.

Daxuyaniya Wezareta Derve ya Turkiyê tu hûrgiliyên dein derbarê serdana El-Şeybanî belav nekirin.

Serdana El-Şeybanî tê piştî serdana Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan ji Sûriyê re û beşdariya wî di civîna serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ û serokê Ukraine Volodymyr Zelenskyy de.

Derbarê serdana Fîdan bo Sûriyê, Ajansa Anadolu ragihandibû ku pêşketina di doseya tevlîkirinê de li bakurê rojhilatê Sûriyê di çarçoveya rêkeftinên 17 û 29ê Çileyê de tê gengeşekirin.