Elên Kurdî û Erebî li gundewarê Kobaniyê civyan ji bo nehiştina gotara kînê

Welat TV - Hewlêr

Şêx û rûspiyên êlên Kurd û Ereb ên Kobanî, Sirîn, Şêxler, Çelebiyê, Eyn Îsa û Reqayê li Sirînê civiyan ji bo nehiştina gotara kînê û bihêzkirina aştiya civakî.

Îro Rêveberê Devera Kobanî Ibrahîm Mislim rûspî û kesayetiyên civakî yên Kurd û Ereb ên Kobanî, Sirîn, Çelebiyê, Şêxler, Eyn Îsa, Minbic û Reqayê li Sirînê li hev civandin.

Mislim diyar kiribû ku armanca civînê redkirina gotara kînê û xurtkirina pêkvejiyan û aştiya civakî ye. 

 Piştî şerê vê dawiyê yê li gundewarê Kobaniyê, aştiya civakî hinekî lawaz bûye, û li gorî hin berpirsên navçeyê hin alî li ser gotara kînê kar dikin û dixwazin şerekî Kurdî Erebî li navçeyê çêbikin.