El-Şeybanî û Fîdan li Enqerê civiyan
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed El-Şeybanî û Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan li Enqerê civiyan û rêkeftina 29ê Çileyê ya di navbera hikûmeta Sûriyê û HSDê de ji mijarên civînê bû.
Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku peywendiyên dualî û pêşhatên hermî di civînê de hatin gotûbêjkirin.
Di kongireke rojnamevanî ya hevbeş de li gel Fîdan, El-Şeybanî da zanîn ku ew di bicîkirina rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyê û HSDê de berdewam in û karê tê kirin ji bo tevlîkirina HSDê di nava artêşa Sûriyê de û vegerandina rêvberiya dergehên sînorî, zeviyên petrol û xazê û saziyên sivîl bo dewletê.
Ji aliyê xwe ve, Hakan Fîdan diyar kir ku ewlehiya Sûriyê û Turkiyê hev temam dike û ew ê li kêlek hikûmeta Sûriyê rawestin di hewildanên wê de ji bo lihevahitinekê ku hemû Sûriyan bigihîne hev.