Ehmed El-Hîlalî: Şemiya bê 397 girtiyên HSDê tên berdan
Welat TV - Hewlêr
Berdevkê Tîma Serokatiya Sûriyê ji bo bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê ragihand ku kar tê kirin ji bo berdana 397 girtiyên HSDê yên li cem hikûmetê.
Ehmed El-Hîlalî da zanîn ku bi serperiştiya Tîma Serokatiya Sûriyê û di çarçoveya bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê, amadekarî tên kirin ji bo berdana 397 girtiyên HSDê roja Şemiya bê.
Berdevkê Tîma Serokatiya Sûriyê diyar kir ku HSD jî dê grûpa dawîn a girtiyên li cem xwe berde.
Li gorî El-Hîlalî, di qonaxa bê de, HSD hemû girtîgehên di bin destê xwe de ku bi sedan girtî tê de hene, radestî hikûmetê dike.
Ehmed El-Hîlalî got jî: Hin termên ku li devera Dêr Hafirê hatî dîtin bi rêya Wezareta Hawarçûn û Birêvebirina Karesatan radestî kesûkarên wan hatine kirin.
El-Hîlalî got jî ku hikûmeta Sûriyê bi hemahengî li gel hêzên hevpeymaniya navdewletî û aliyê Iraqî, doseya girtiyên Sûrî yên bo Iraqê hatine dersînorkirin, dişopîne ji bo çareserkirina rewşa wan li gorî çarçoveyên yasayî û mirovî.
Derbarê vegera penaber û derbiderên Sûrî bo warê xwe, El-Hîlalî diyar kir ku şandiyê Serokatiya Sûriyê ji bo bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê, Ziyad El-Ayiş, bi Netewên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî re civiyaye ji bo asankirina vegera dilxwazane û misogerkirina mercên mirovî û ewlehî ji wê yekê re.