El-Şeybanî: Mafên sivîl ên Kurdan li Sûriyê dê parastî bin

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed El-Şeybanî da zanîn ku mafên Kurdan ên sivîl li Sûriyê dê parastî bin.

El-Şeybaî ev yek di kongireke rojnamevanî de li gel hevşanê xwe yê Turkiyê Hakan Fîdan ragihand û diyar kir ku ew kar dikin ji bo Sûriyayeke yekgirtî li gel misogerkirina mafên, ziman, çand û sivîl Kurdan.

Derbarê Encûmena Gel a Sûriyê, El-Şeybanî got ku ew yekem Perleman e nûnrtiya viyana Sûriyên a azad dike, gera dawiyê ya encûmena gel dê li parêzgeha Hesekê were lidarxistin û piştre yekem civîna wê tê lidarxisitn.

El-Şeybanî da zanîn jî ku ew berdewam in di bicîkirina rêkeftina giştgir a di navbera hikûmetê û HSDê de, û kar tê kirin ji bo tevlîkirina HSDê di nava artêşa Sûriyê de û vegerandina rêvberiya dergehên sînorî, zeviyên petrol û xazê û saziyên sivîl bo dewletê.

Duh, Es´ed El-Şeybanî û Hakan Fîdan li Enqerê civiyan, Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku peywendiyên dualî û pêşhatên hermî di civînê de hatin gotûbêjkirin.