Devera Kobaniyê: Civîna êlan li Sirînê tekezî li ser bihêzkirina aştiya civakî kir

Devera Kobaniyê: Civîna êlan li Sirînê tekezî li ser bihêzkirina aştiya civakî kir

Welat TV - Hewlêr

Rûsipî û serokên êlên Kurdî, Erebî û Turkmenî di hevdîtinekê de li navçeya Sirînê ya bi ser Devera Kobaniyê ve tekezî li ser rêzgirtin û hevkariya hevbeş kir.

Rûpela fermî ya Devera Kobaniyê di daxuyaniyekê de ragihand ku bi serperiştiya rêvebriya Devera Kobaniyê civîneke ku Rûsipî û serokên êlên Kurdî, Erebî û Turkmenî li xwe digirt, li nêzîkî Sirînê hate lidarxistin ji bo bihêzkirina peywendiyên biratî û lihvtêgihiştinê di navbera pêkhateyên deverê de.

Daxuyaniyê diyar kir ku ew hevdîtinê tekezî li ser redkirina gotara kînê û bihêzkirina aştiya civakî kir.

Li gorî daxuyaniyê, kesên beşdar tekezî li ser hewildanên hevbeş kir ji bo avakirina civakek hevgirtî li ser bingeha rêzgirtin û hevkariyê.

Li civîna ku duh hatî lidarxistin de, şêx û rûspiyên êlan ji Kobanî, Sirîn, Şêxler, û Reqayê beşdar bûn

Piştî şerê vê dawiyê yê li gundewarê Kobaniyê, hin girjî derketine, û li gorî hin berpirsên navçeyê hin alî li ser gotara kînê kar dikin û dixwazin şerekî Kurdî Erebî li navçeyê çêbikin.