Fîdan: Li Sûriya nû cihê pilan û projeyên biserçûyî dê tune be

Fîdan: Li Sûriya nû cihê pilan û projeyên biserçûyî dê tune be

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan ragihand ku ew proseya tevlîbûnê li Sûriyê ji nêzîk ve dişopînin û ewlehiya Sûriyê û Turkiyê hev temam dike.

Hakan Fîdan da zanîn ku ew proseya tevlîbûnê li Sûriyê ji nêzîk ve dişopînin û ji wan re girîng e ku ev prose biçe serî ji bo ewlehiya Sûriyê û cîranan.

Fîdan got jî ku li Sûriya nû cihê pilan û projeyên biserçûyî û bêsûd ji hin aliyan re dê tune be.

Hakan Fîdan diyar kir ”Turkiyê dê herdem li kêlek Sûriyê be di hewildanên wê de ji bo bicîkirina seqamgîriyeke domdar ji ber ku ewlehî û seqamgîriya herdu welatan hev temam dike”.

Li gorî Fîdan, ew ê her weha li kêlek Sûriyê raweste ji bo bicîkirina lihevhatineke civakî ya giştgir ku hemû Sûriyan bigihîne hev di çarçoveya destûra welatîbûnê de.

Hakan Fîdan ev xal duh di kongireke rojnamevanî ya hevbeş de li gel Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed El-Şeybanî li Enqerê ragihandin.

►Her weha bixwîne.. El-Şeybanî: Mafên sivîl ên Kurdan li Sûriyê dê parastî bin