Zelenskyy: Em ê hebûna xwe ya diplomatîk li Sûriyê bi hêz bikin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Ukraine da zanîn ku welatê wî dê hebûna xwe ya diplomatîk li Sûriyê bi hêz bike.
Volodymyr Zelenskyy ev yek ji ajansa Reutersê re ragihand û diyar kir ku ew amade ne ji bo hevkariyê di kartên ewlhî û xwarinê de li gel hejmarek welatên deverê.
Ev daxuyanî tê, piştî serdana Zelenskyy bo Şamê û civîna wî 5ê Nîsanê li gel serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´.
Serokatiya Sûriyê derbarê wê civîn dabû zanîn ku rêyên bihêzkirina peywendiyên dualî û hevkariya abûrî hatin gotûbêjkirin.
Serokatiya Sûriyê got jî ku tekezî li ser girîngiya misogerkirina ewlehiya hêlên dabînkirina xwarinê hate kirin.
Ji aliyê xwe ve, Zelenskyy dabû zanîn ku wî û El-Şeri´ li ser karê hevbeş li hev kiriye ji bo dabînkirina ewlehî û geşepêdanê ji civakên xwe re.
Volodymyr Zelenskyy her weha diyar kir ku girîngîpêdaneke zêde bi bihevguhrtina ezmûnên serbazî û elwehî di navbera Ukraine û Sûriyê de heye.