Kar ji bo nûjenkirina hêla Konîko ya veguhestina xazê tê kirin
Welat TV - Hewlêr
Hikûmeta veguhêz a Sûriyê dest bi pûçkirina mayîn û paşmayên şer li derdora hêla Konîko ya veguhestina xazê kir ji bo encamdana çaksaziyan.
Kompaniya Sûrî ya Petrolê di daxuyaniyekê de ragihand ku karmendên wê bi hemahengî li gel tîmên endezyarî dest bi pûçkirina mayîn û paşmayên şer ji derdora hêla Konîko li Dêra Zorê kiriye.
Daxuyaniyê got ku ev yek tê di çarçoveya ewlehkirina hêla Konîko û misogerkirina selametiya karmendên teknîkî û alavan.
Kompaniya Sûrî ya Petrolê diyar kir ku piştî proseya pûçkirina mayînan, beşê wenda ji hêlê ku bi dirêjahiya 5 kîlometran e tê danîn.
Kompaniya Sûrî da zanîn jî ku çakirina hêla Konîko sîstema veguhestin û berhemanînê bi hêz dike.
Beriya destpêka şoreşa Sûriyê di sala 2011an de, hêla Konîko xaz ji zeviyê Konîko vediguhest westgeha Cender a berhemaîna elekitrîkê li Himsê.
Zeviyê Konîko li Bakurê Rojhilatê Dêra Zorê ye, mezintirîn zeviyê xazê ye li Sûriyê, beriya 2011an berhema wê ya rojane 13 milyon mitrên sêcar bû.