Serê Kaniyê.. Amadekariyên dubare karkirina westgeha Ava Elok têne kirin

Serê Kaniyê.. Amadekariyên dubare karkirina westgeha Ava Elok têne kirin

Welat TV - Hewlêr

Amadekariyên dubare karkirina westgeha Ava Elok li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê têne kirin.

Wezareta Enerjiyê ya Sûriyê ragihand ku, karmendên Saziya ava vexwarinê li Hesekê amadekariyên dubarevekirin û karkirina westgeha ava Elok li Serê Kaniyê dikin.

Wezaretê got jî, niha tîmên teknîkî li wir in, westgehê paqij dikin û alavên elektirîkî û mikanîkî amade dikin. Hevdemê karên tîmên teknîkî, karmendên elektirîkê kar li ser girêdana westgehê bi westgeha elektirîkê ya gerok li bajarê Dirbêsiyê dikin.

Wezareta Enerjiyê da zanîn ku, ew hewl didin ku di zûtirîn dem de westeg amade bibe ji bo gihandina avê ji bo hemû xelkê Hesekê bi awayekî aram û berdewam.

*"Me bi fermî westgeha Elok wergirtiye"

Berî çend rojan Wezareta Emerjiyê ragihandibû ku, bi fermî westgeha Elok wergirtiye, û ew kar dikin ku dubare wê westgehê çak bikin û avê ji xelkê Hesekê, Til Temr û gundewarên wan re peyda bikin dûr ji hemû nakokiyên siyasî.