Erdogan: Em dilrihet in ji gavên ku li Sûriyê hatine avêtin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand ku seqamgîriya Sûriyê girîng e ji bo pêşeroja deverê û ew dilrihet in ji gavên ku li Sûriyê hatine avêtin.
Receb Teyib Erdogan îro di Korbenda Antaliya ya Diplomatîk de da zanîn ku bihêzkirina aramî û seqamgîriyê li Sûriyê girîng e ji bo pêşeroja deverê.
Erdogan got jî ku ew dilrihet in ji gavên ku bi serokatiya Ehmed El-Şeri´ li Sûriyê hatine avêtin.
Li gorî Serokê Turkiyê, ew ê li kêleka gelê Sûriyê rawetin di qonaxa bê de.
►Her weha bixwîne.. Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û El-Şeri’ li Korbenda Antalya