Hikûmeta Sûriyê: Me 3 efserên pilebilind ên rêjîma Esed girtin
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihand ku hêzên wê di 2 opersyonan de li gundê Be´beda li bajarê Cebelê li parêzgeha Laziqiyê, sê efserên pilebilind ên rêjîma Esed a hilweşiyayî girtin.
Wezaretê îro di daxuyaniyekê de diyar kir ku hêzên wê ”Emîdê Rukin Xeyis Şahîn, Emîd Amir El-Hesen û Eqîd Nîzar Şahîn” ên ku destên wan di tawanên li dijî gelê Sûriyê de hebûn, girtin.
Daxuyaniyê da zanîn jî ku di operasyonê de tawankarekî bi navê Yamin Şahîn xwe radest nekir û pevçûn derketin, di encamê de, serbazek û wî tawankarî hatin kuştin.
Li gorî wezaretê, ew ê hemû tawankarên cengî bigirin û nexşerêya dadweriya veguhêz bi rê ve diçe ji bo bicîkirina dadweriyê ji qurbaniyan re û sizadana tawankaran.