Girkê Legê.. Barhilgireke Petrolê teqiya û kesek birîndar bû
Welat TV - Hewlêr
Di teqînekê de li gundekê gundewarê bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê kesek birîndar bû.
Îro Çarşemê 22yê Nîsanê, di dema çakirinê de barhilgireke Petrolê li gundê Girkê xeco yê bi ser Girkê Legê ve, teqiya.
Di encama wê teqînê de, karkerê ku barhilgir çak dikir birîndar bû û bo nexweşxaneyê hate veguhestin.