El-Şeri´ û Al Niheyan çawaniya geşkirina peywendiyên dualî gotûbêj kir

El-Şeri´ û  Al Niheyan çawaniya geşkirina peywendiyên dualî gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri´ û Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayid Al Niheyan bihêzkirina peywendiyên dualî gotûbêj kir.

El-Şeri´ û Al Niheyan, îro 22yê Nîsana 2026an, li Ebû Zebî paytexta Îmaratê cviyan, wezîr û berpirsên Sûriyê û Îmaratê jî di civînê de beşdar bûn.

Serokatiya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku, di civînê de, çawaniya geşkirina peywendiyên dualî, bihêzkirina hevpariyên abûrî û piştgiriya hewldanên geşepêdanê hat gotûbêjkirin.

Daxuyaniyê diyar kir ku herdu alî li ser pêşhatên rewşa ewlehî û herêmî rawestiyan û tekezî li ser girîngiya hevrêzkirina hewldanan ji bo parastina ewlehiya herêmê hate kirin.

Serokatiya Sûriyê got jî ku El-Şeri´ tekezî li ser piştevaniya Sûriyê ji Îmaratê re û girîngiya rêzgirtinê li serweriya welatan û redkirina her êrîşekê li dijî ewlehî û seqamgîriya wan, kir, nexasim êrîşên Îranê yên dawiyê li ser welatên deverê.

Civîna bi Al Niheyan re, di dawiya serdana El-Şeri´ bo welatên kendavê de hat, ku beriya Îmaratê serdana Si´ûdiyê û Qeterê kiribû.