Ahengek bi bûneya Roja Rojnamengeriya Kurdî li gundewarê Kobaniyê hate lidarxistin
Welat TV - Hewlêr
Ahengek bi bûneya Roja Rojnamengeriya Kurdî li gundewarê bajarê Kobaniyê hate lidarxistin û 4 rojnamevan hatin xelatkirin.
Koma Buhar a Folklorî bi hemahengî li gel Partiya Yekîtî ya Demokratîk ya Kurd li Sûriyê (El-Wehdê) ahengek bi bûneya Roja Rojnamengeriya Kurdî li gundê Til Xezalê li dar xist.
Di ahengê de, aliyên siyasî, kesayetiyên bjêr û xelkê deverê beşdar bûn, û tabloyên hunerî û folklorî ji aliyê Koma Buhar ve hatin pêşkêşkirin.
4 rojnamevanên bajarê Kobaniyê di wê ahengê de hatin xelatkirin li ser karê wan ê rojnamegerî.
►Her weha bixwîne.. Beriya128 salan Rojnameya Kurdistan hate derxistin