Dronên Turkiyê du xal li Tirbespiyê û Kobaniyê armanc kirin

Dronên Turkiyê du xal li Tirbespiyê û Kobaniyê armanc kirin

Welat TV - Hewlêr

Dronên Turkiyê li Rojavayê Kuristanê ji duh ve du xal li gundewarê Qamişlo û Kobaniyê armanc kirin, tê de 2 ji karmandên rêveberiy PYDê jiyana xwe ji dest dan.

Îro jêderên xwecihî dane zanîn: Droneke Turkiyê Westgeha Seîda ya petrolê li Tirbespiyê yê gundewarê Qamişlo armanc kir, tê de ziyanên madî ketin.

Jêderan duh jî tekez kirin: Li gundê Eyn Betê yê Kobaniyê droneke Turkiyê otombîlek armanc kir di encamê de du ji karmendên rêveberiya PYDê ku hevjînên hev in jiyana xwe ji dest dan.

Rewengeha Sûrî ya Mafê Mirovan diyar kir: Bi van her du êrîşan, hejmara giştî ya êrîşên Turkiyê ji xal û cihên di bin destê Hêzên Sûriya Demokratîk de ji serê sala 2024an ve dibe 73 êrîş, di encamê de 22 kesan jiyana xwe ji dest dane 17 leşker in, 5 sivîl in jê jineke û 3 zarok in.