Wezareta Ewqafê: Yekem geşta heciyan 9ê meha bê berev Si´ûdiyê rê dikeve

Wezareta Ewqafê: Yekem geşta heciyan 9ê meha bê berev Si´ûdiyê rê dikeve

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Ewqafê ya Sûriyê ragihand ku wê amadekariyên hec ên îsal temam kirine û yekem geşta heciyan 9ê meha bê berev Si´ûdiyê rê dikeve.

Rêveberiya Hec û Umrê ya Wezareta Ewqafê di daxuyaniyekê de got ku wan hemû amadekariyên pêwîst ji bo geştên heciyan bi rêya balafirxaneyên Şam, Heleb, Stenbol, Xazî Eyntab û Qahîrayê temam kirine.

Rêveberiyê da zanîn jî ku ew di hemahengiyê de ne li gel Si´ûdiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên egerkirî li pêş heciyên Sûriyê.

Daxuyaniyê diyar kir ku tîmên Rêveberiya Hec û Umrê dê li gel heciyan bin ji bo pêşkêşkirina piştgiriya pêwîst.

Rêveberiyê got jî ku yekem geşta heciyan 9ê meha bê berev Si´ûdiyê rê dikeve. 

Di demsla Hec a sala bûrî de, 22500 welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê merasîmên hecê pêk anîn.