Zêdetirî 40 karkerên jin bûn qurbaniyên bûyereke çûnûhatinê li Idlibê
Welat TV - Hewlêr
Zêdetirî 40 karkerên jin bûn qurbaniyên bûyereke çûnûhatinê li Idlibê.
Jêderên xwecihî da zanîn ku îro zêdetirî 40 karkerên jin ên karê çandiniyê dikin, di bûyereke çûpnûhatinê de li nêzîkî bajarokê Hibêt li Idlibê birîndar bûn.
Wan jêderan diyar kir ku dema otombîlê ew vediguhestin kar wergeriya û ew jin birîndar bûn.
Ta niha tu zanyarî li ser rewşa wan jinan nehatine belavkirin.