Kesûkarên girtiyên HSDê xwepêşandanek li Dirbêsiyê li dar xist
Welat TV - Hewlêr
Bi dehan kesûkarên girtiyên HSDê yên li cem hikûmeta Sûriyê bo qonaxa veguhêz xwepêşandanek li Dirbêsiyê li dar xist.
Îro, 3yê Gulana 2026an, bi dehan kes ji malbat û kesûkarên girtiyên HSDê xwepêşandanek li Dirbêsiyê li dar xist. Xwepêşanderan banga berdana girtiyan û çareserkirina doseya wan kir.
Duh li her yek, ji bajarên Hesekê, Qamişlo, Amûdê û Dêrikê xwepêşandan ji bo heman mebestê li dar ketin.
Di şerûpevçûnên di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de, zêdetirî 1000 endamên HSDê hatin girtin û çarenivîsa bi sedên din jî ne diyar e, piştî rêkeftina 29ê Çileyê hin girtî ji herdu aliyan hatin berdan li hîn çarenivîsa gelekan ne diyar e.