Elmaniya.. Duyemîn romana nivîskar Xurşîd Şûzî hate îmzekirin

Elmaniya.. Duyemîn romana nivîskar Xurşîd Şûzî hate îmzekirin

Welat TV - Hewlêr

Duyemîn romana nivîskar Xurşîd Şûzî li bajarê Essen yê Elmaniya hate îmzekirin.

Duh Yekşemê romana nivîskar Xurşîd Şûzî ya bi navê (Istîslam) ku bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin û wateya navê wê bi Kurdî (xweradestkirin) e li bajarê Essen hate îmzekirin.

Maresîmên îmzekirina romanê di çarçoveya semînareke rexneyê de ya Yekîtiya Gîştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê bi rê ve çûn.

Di wê çalakiyê de, nivîskar, siyasetmedar û hezkirên wêjeyê beşdar bûn.

Nivîskar Xurşîd Şûzî sala 1950 li Qamişlo ji dayîk bûye, hejmarek berhemên wî bi zimanên Kurdî û Erebî hene.