Kesûkarên girtiyên HSDê li Hesekê: Em kurên xwe dixwazin
Welat TV – Hewlêr
Bi dehan ji kesûkarên girtiyên HSDê yên li cem hikûmetê îro 5ê Gulana 2026an, xwenîşandanek li Hesekê li dar xist.
Îro hejmarek kes li bajarê Hesekê xwenîşandanek li pêş avahiya parêzgeha Hesekê li dar xist, tê de wêneyên kesûkarên xwe yên girtî hildan.
Xwenîşanderan siloganên serbestberdana girtiyan bilind kirin, û banga eşkerekirina çarenivîsa wan kir.
Di vê heftiyê de, li Kobanî û bajarên Cizîrê rojane xwenîşandan li dar dikevin, malbat û kesûkarên girtiyan banga serbestberdana kurên xwe dikin.