Hizbulaha Libnanî: Hebûn û tevgera me li Sûriyê tune ne

Hizbulaha Libnanî: Hebûn û tevgera me li Sûriyê tune ne
Girtina şaneyeke Hizbulah

Welat TV - Hewlêr

Hizbulaha Libnanî ragihand ku tevger û karê wê li Sûriyê tune ne, û tometên hikûmeta Sûriyê ku şaneyên Hizbulah li Sûriyê hene, red kirin.

Hizbulaha Libnanî di daxuyaniyekê de got, tişta ku hikûmeta Sûriyê dibêje ser hebûna endam û şaneyên Hizbulah li Sûriyê nerast in, û tu tevger an hebûna Hizbulah li Sûriyê nîn e.

Hizbulah di daxuyaniya xwe de got, hin alî hene dixwazin girjî û fitneyê di nava miletê Sûriyê û Libnanê de çêbibin û ew pabendî aramî û seqamgêriya Sûriyê ne, û her gefek li ser aramiya Sûriyê gef e li ser aramiya Libnanê jî.

*Girtina şaneyekê 

Dun Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihand ku wê opeasyoneke leşkerî encam da û tê de şaneyeke Hizbulaha Libnanî girt ku wê şaneyê plan dikir operasyonana li dijî kesatiyên Hikûmî li Sûriyê encam bide.