Dirbêsiyê.. Xwenîşandanên kesûkarên girtiyên HSDê berdewam in

Dirbêsiyê.. Xwenîşandanên kesûkarên girtiyên HSDê berdewam in

Welat TV - Hewlêr

Kesûkarên girtiyên HSDê yên li cem hikûmeta Sûriyê bo qonaxa veguhêz xwenîşandanek li Dirbêsiyê li dar xist û banga berdana girtiyan kir.

Îro bi dehan kes ji malbatên girtiyên HSDê yên li cem hikûmetê xwenîşandanek li pêş avahiya dadgeha Dirbêsiyê li dar xist.

Xwenîşanderan wêneyên kesûkarên xwe yên girtî hildan û banga berdan bilez û eşkerekirina çarenivîsa wan kir.

Xwenîşanderên ku piraniya wan zarok, jin û kesên bitemen in, tekez kir ku xwenîşandanên wan berdewam dikin ta eşkerekirina girtiyan.

Beriya du rojan parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û şandiyê Serokatiya Sûriyê Ziyad El-Ayiş civiyabûn. Li gorî daxuyaniyekê ji Parêzgeha Hesekê di civînê de li ser berdana 300 girtiyên din hate lihevkirin.

Ev demeke, kesûkarên girtiyan li Herêma Cizîrê û ya Kobaniyê xwepêşandanan li dar dixin û banga diyarkirina çarenivîsa wan dikin.

►Her weha bixwîne.. Kesûkarên girtiyan li Til Temirê derketin xwepêşandanê û rêya M4 girt