Karê navendên vegerandina regeznameyê bo welatiyên Kurd li Cizîrê 15 rojan hate dirêjkirin

	Karê navendên vegerandina regeznameyê bo welatiyên Kurd li Cizîrê 15 rojan hate dirêjkirin

Welat TV - Hewlêr

Karê navendên vegerandina regeznameyê bo welatiyên Kurd li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bo 15 rojan hate dirêjkirin.

Rêveberê Karûbarên Sivîl li Sûriyê Ebdulah Ebdulah da zanîn ku ji ber hejmara zêde wan heyama wergirtina daxwaznameyên vegerandina regeznameyê bo 15 rojan li navendên Qamişlo, Hesekê û Çil Axa hate dirêjkirin.

Ebdulah diyar kir ku ev yek tê di çarçoveya rijdbûna Wezareta Navxwe de ji bo dana derfetê ji her kesî re ku daxwaznameyên vegerandina regeznameyê pêşkêş bikin.

Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, 9 navend ji bo wergirtina daxwaznameyên vegerandina regeznameyê hatibûn vekirin, jê 5 li herêma Cizîrê bûn, yên mayî jî, li Heleb, Şam, Reqa û Dêra Zorê bûn.

Wan navendan 6 Nîsanê dest bi kar kir û ta mehekê daxwaznameyên welatiyan wergirtin, pişt bidwaîbûna wê heyamê, li navenda li Kobaniyê karê navendê bo rojekê hate dirêjkirin û li Qamişlo, Hesekê û Çil Axa bo 15 rojan hate dirêjkirin.