Rêya di navbera Kobanî û Girê Spî de hate vekirin
Welat TV - Hewlêr
Rêya di navbera Kobanî û Girê Spî de piştî derdora 7 salan ji girtinê hate vekirin.
Jêderên xwecihî da zanîn ku îro li gundewarê Rojhilatê Kobaniyê, li gundê Evdikoyê rêya di navbera Kobanî û Girê Spî de hate vekirin.
Piştî 7 salan ji girtinê, rêbendên axî ji ser rê hatin rakirin û êdî welatî dikarin tevgerê li ser wê rê bikin.
Ev yek dikeve di çarçoveya rêkeftina 29ê Çileyê ya di navbera HSDê û hikûmeta Sûriyê bo qonaxa veguhêz de.
Piştî kontirolkirina Girê Spî û Serê Kaniyê ji aliyê Turkiyî û grûpên bi navê ”artêşa niştîmanî ya Sûrî” ve salal 2019an, rêya di navbera Kobanî û Girê Spî hate girtin.