4 sivîl bûn qurbaniyên bûyereke hatinûçûnê li Cerablusê

4 sivîl bûn qurbaniyên bûyereke hatinûçûnê li Cerablusê

Welat TV - Hewlêr

4 kes bûn qurbaniyên bûyereke hatinûçûnê li bajarê Cerablusê li Rojhilatê Helebê.

Dezgeha Berevaniya Sivîl ya Sûrî ragihand, roja Yekşemê 21ê Nîsanê, di encama bûyereke hatinûçûnê de li Cerablusê, sivîlekî canê xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn.

Berevaniya Sivîl da zanîn, ku otombîl ji rê derketibû û ketibû newalekê li gundê El´emarinê.

Dezgehê tekez dike ku bûyerên hatinûçûnê li Bakur Rojavayê Sûriyê zêde bûne, ev yek jî bûye sedema mirina û birîndarbûna sivîlan, bang li ajokaran kir ku pabendiyê bi yasayên hatinûçûnê bikin ji bo kêmkirina bûyeran.